Çar navendên komên dije-Înqilabê li bakurê Iraqê hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328946-Çar_navendên_komên_dije_Înqilabê_li_bakurê_iraqê_hatin_jinavbirin
Dewsgirê Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) ya bakurê rojavayê Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava got: Çar navendên komên dije-Înqilabê wek bersiva bo tevgerên van koman li sînorê Îranê digel bakurê Iraqê bi guleyên hişmend ketin ber êrîşê û hatin jinavbirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 20, 2021 12:11 Asia/Tehran
  • Çar navendên komên dije-Înqilabê  li bakurê Iraqê hatin jinavbirin

Dewsgirê Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) ya bakurê rojavayê Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava got: Çar navendên komên dije-Înqilabê wek bersiva bo tevgerên van koman li sînorê Îranê digel bakurê Iraqê bi guleyên hişmend ketin ber êrîşê û hatin jinavbirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Mecîd Ercmendfer, Dewsgirê Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) ya bakurê rojavayê Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava got: Komên dije-Înqilabê ji aliyê navendên istixbaratî yên welatên dijber û biyanî û heta hin welatên erebî li bakurê Iraqê hatine organîzekirin da ku wan jibo armancên xwe û çêkirina berbendan li ser riya Komara Îslamî ya Îranê bi kar bînin.

Serdar Ercmendfer got: Ev komên dije-Înqilabê bi navbireke kêm ji sînorê Îranê bi cih bûbûn û di vî warî da hişyariyên pêwîst bo dewleta Iraqê û berpirsên li bakurê vî welatî (Herêma Kurdistanê) hatibû dayîn.

 

Dewsgirê Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) ya bakurê rojavayê Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava got: Me gotibû û hişyarî dabûm ku eger xetayeke biçûk ji van komên dijber were dîtin, dê bersiveke tund werbigirin, ku ev yek bûye sebeba jinavçûna çar navendên van komên dije-înqilabê.

 

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hefteya borî wek bersiva bo tevgerên vê dawiyê yên komên dije-înqilabê li navçeyê bi bersiveke tund navenda wan li bakurê Iraqê da ber êrîşa mûşekî û bi topan.