Îlon 18, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Serdana Reisi bo bajarê Kulabê yê Tacikistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî ji bo dîtina bajarê girîng ê Kulabê çû vî bajarê tacîkan.

Li gorî bingeha agahdariyan a serokomariya Îranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, îro Şemiyê di qonaxa dawîn a seredana sê-rojiya xwe de ya Tacikistanê bona ziyaret û dîtina Tirba Mîr Seyd Elî Hemedanî û hevdîtina xelkê Kulabê, serdana vî bajarî kir.

Ji bilî serdana gora Mîr Seyd Elî, Reîsî dê serdana muzeya wê jî bike û axaftinekê pêşkêşî guhdaran bike.

Mîr Seyd Elî Hemedanî di 12ê Receba 714ê hicrî de li Hemedanê ji dayik bû û di Zeyheceya sala 786ê hicrî de jî wefat kir.

Ew yek ji kesayetên bi qedr û qîmet li cem gelên Tacikistan û nîvparzemîna Hindê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha îro şemiyê piştî nîvro beşdarî xwarina nîvroyê ya ku ji aliyê Serokomarê Tacikistanê Îmamelî Rekhman ve hat lidarxistin bû. 

Serepeyv