Îlon 14, 2021 21:53 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 408 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 115 hezar û 167 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro sêşemê 14 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 22 hezar û 329 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 340 hezar û 656 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 627 hezar û 27 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 25 mîlyon û 93 hezar û 784 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 12 mîlyon 772 hezar û 767 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê  gihêştiye 37 milyon û 866 hezar e. 551 dozan.

Serepeyv