Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê gihîşte Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328792-rêveberê_giştî_yê_ajansa_navneteweyî_ya_enêrjiya_atomê_gihîşte_têhranê
Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hevdem digel weşandina hin îdiayan derbarê lihevkirina Îran û Ajansê derbarê seredana alavên çavdêriyê, jibo gotûbêja tev rayedarên îranî gihîşte Têhranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2021 03:50 Asia/Tehran
  • Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê gihîşte Têhranê

Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hevdem digel weşandina hin îdiayan derbarê lihevkirina Îran û Ajansê derbarê seredana alavên çavdêriyê, jibo gotûbêja tev rayedarên îranî gihîşte Têhranê.

Li gorî rapora IRNAyê, Grosî di serê taximekê da bi mebesta gotûbêj û hevdîtina tev Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê derbasî balefirgeha Îmam Xumeynî (re) bû û ji aliyê Bêhrûz Kemalvendî, alîkarê navneteweyî, hiqûqî û meclîsê tê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va hat pêşwazîkirin.

Hevdîtin dê îro beriya nîvro pêk were û taxima ajansê dê êvarê vegere Viyenê.

Hatina Grosî bo Îranê beriya lidarxistina civîna ddemsalî ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêk tê ku dê ji Duşemiyê va dest pê bike.