Îlon 11, 2021 00:26 Asia/Tehran
  • Bersiva Îranê ji bo gotinên pêç û sivik ên Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Siyonîst

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di berteka zêdegavî û gotinên pûç û sivik ên Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Îsraelê de got: "Îran mafê xwe dizane ku bersiva van gotinên pûç bide."

Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Înê di bersiva zêdegavî û gotinên pûç û sivik ên Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Îsraelê de li ser Twitterê nivîsî: Rejîma dijî qanûnê ya Siyonîst, bi bombeyên xwe yên atomî yên neqanûnî û redkirina beşdarbûna NPTê, careke din gefê li Îrana ku endamê NPTyê ye û li dinyayê bernama nukleerê ya herî teftîşkirî heye, dixwe.

Xetîbzade wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev hezkirî û delalê ber dilê welatên Rojavayê fêrî standina bac û bêşê bûye, lê cîhan bi cewhera wê ya dijî ewlehî û aramiyê hesyaye."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir:Îran mafê xwe ya hesabpirsînê diparêze.

Wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst Yair Lapid îro (Înê) ji Sputnik re got: "Îran li ber bidestxistina çeka nukleerî ye û divê bizanibe ku Îsraîl wê bê bersiv nahêle" .

Serepeyv