Îlon 10, 2021 11:55 Asia/Tehran
  • Lavrov: Rûsya jî mîna Îranê, ti guhertinek di Rêkeftina Navokî de qebûl nake

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Îranê Emir-Ebdullahiyan got: "Ev welat jî mîna Îranê, ti guhertinê di Rêkeftina Navok de qebûl nake û cîbicîkirina wê bi tevahî dixwaze."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, di pêwendiyeke têlefonî ya roja Pêncşemê, di navbera  "Sergey Lavrov" û Husên Emîr-Ebdollahiyan de, mijarên girêda têkiliyên dualî, mesela civîna rayedarên her du welatan li kêleka Civîna Shanghayê, xurtkirina hevkariya di warê kontrolkirina korona de.pirsgirêkên ticar,  karsaz û aktîvîstên aborî Ji bo seyrûsefera xwezayî ya bo Rûsyayê, pêşkeftinên herêmî û destpêşxeriyên têkildarî Afganistan û mijarên têkildarî Rêkeftia Navokî hatin nîqaş kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê pirsgirêkên esnaf û aktîvîstên aboriyê yên ji bo sefera xwezayî ya ber bi Rûsyayê ve jî anî ziman, ku Lavrov got ew ê di zûtirîn dem de wan bişopîne.

Wezîrên Derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsyayê her wiha geşedanên herêmî û destpêşxeriyên têkildarî Efxanistanê gotûbêj kirin, û tekezî li ser avakirina hikûmetek niştimanî ya berfireh bi beşdariya hemû koman li Efxanistanê kirin.

Serepeyv