Wezîrên derve yên Îran û Qeterê li Têhranê civiyan
Îlon 09, 2021 14:57 Asia/Tehran
Wezîrên derve yên Îran û Qeterê li Têhranê civiyan.
Li gorî rapora ISNAyê, Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî, wezîrê derve yê Qeterê di sefera xwe ya bo Têhranê da îro tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê ra civiya.
Wezîrê derve yê Qeterê li Têhranê dê tev rayedarên din ên îranî ra jî bicive.
Yek ji mijarên sereke yên şêwirîna rayedarên Îran û Qeterê di vê seferê da dawîn alûgorên Efxanistanê ye.