Îlon 09, 2021 09:23 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya Wezîrê karên derve yê Imaratê tev Emîr-Ebdullahiyan

Ebdullah Bin Zayîd Alê Nehyan, Wezîrê karên derve yê Imaratê çarşemiyê bi şev bi riya telefonê tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê ra gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Imaratê tevî pîrozkirina tayêînkirina Emîr-Ebdullahiyan wek wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û venihêrîna hevdîtinên berê yên dualî û raboriya dostiyê, li ser peywendiyên baş ên du welatên cînar tekez kir.

Emîr-Ebdullahiyan jî tevî sipasiya ji peywendiya telefonî û pîrozkirina tayînkirinê, amaje bi peywendiyên xurt û mayînde yên Îran û Imaratê kir û tevî berçavgirtina alûgorên navçeyê, li er girîngiya gotûbêjên du welatan di mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî tekez kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha tevî amajeya bi hevdîtina xwe ya vê daawiyê tev şêx Muhemed Bin Raşid Alê Mektûm serokwezîrê Imaratê, nêrîna erênî ya rêberên du welatan di piştevaniya ji pêşketina peywendiyên dualî girîng zanî.

 

Serepeyv