Îlon 08, 2021 22:37 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 538 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 112 hezar û 430 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 8 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 26 hezar û 854 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 3 hezar û 713 nexweş li nexweşxanan hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 5 milyon û 210 hezar û 978 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 453 hezar û 651nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, heya vê demê zêdetirî 222 mîlyon mirov li çaraliyê cîhanê bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 4 mîlyon 601 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv