Îlon 08, 2021 10:13 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran Efganistanekê dixwae ku şer û terorîsm tê de nemîne

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di gorûbêja bi serokomarê Berê yê Efganistanê re got: Îran Efganistanekê dixwae ku şer û terorîsm tê de nemîne.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di pêwendiya telefonî bi serokomarê Berê yê Efganistanê Hamid Kerzay re, bûyer û guhertinên dawiyê li Efganistanê hilkolandin.

Emîr-Ebdullahiyan di vê hevpeyvînê de bal kişand ser siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha diyalogê di navbera hemî koman de bi mebesta damezrandina hukûmetek berfireh li Efganistanê ku pêkhateya etnîkî û demografî ya welêt nîşan bide sekinî û got: "Tenê bi vî rengî Efganistan dikare bigihîje aştiyek mayînde."

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê de got: Komara Îslamî ya Îran dê sînor û deriyên xwe yên ser sînor bi Efganistanê re vekirî bihêle û dê bazirganiyê berdewam bike da ku rewşa heyî ya li vî welat hêsantir bike.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Amerîka di du dehsaliyên borî de berpirsê aloziyên heyî yên niha li Efganistanê ye.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got:Di vî halî de, divê eva gelên Efganistanê bibin ku dawiyê li vê rewşê bînin û divê ku rewş li gor vîn û xwesta wan pêşve here.

Serokomarê berê yê Efganistanê Hamid Kerzay jî di vê pêwendiya telefonî de got: "Giregirên Efgan ji bo ku vê rewşê derbas bikin çi ji destê wan tê dikin û armanca sereke bicihanîna vîna gelê Afgan e."

Kerzayî herwiha pesnê helwest û hewldanên Komara Îslamî ya Îranê da û tekez kir: "Li gel giregir û rûspiyên din ku Taliban jî tê de ye, em bi van komên curbicur re dişêwirin û em ji Komara Îslamî ya Îranê jî dixwazin ku her wek berê arîkariya xwe bo Efganistanê berdewam bike da ku rewş dijwar nebe." 

Serepeyv