Xetîbzade: Îran li kêleka gelê Efxanistanê ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Efxanistanê bigelê Efxanistanê re bû û dê bimîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê "Seîd Xetîbzade" di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane de îro Duşemê di bersiva nûçegihanê IranPress de got ku Nûnerên Taybet ji bo Efganistan û Wezaretên Derve yên welatên cîran bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Husên Emîr-EAbdollahiyan re têkilî danîne û dîtin û ramanan xwe eşkere kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi bîr xist ku Îran li ser bingeh û vîna gelên Efxanistanê alîkariya damezrandina ewlehiyê li vî welatî dike.
Xetîbzade bal kişand ser girtina Pêncşîrê ji aliyê koma Talîbanê ve û got: "Nûçeyên derbarê Pêncşîrê pir xemgîn in." êrîşên şeva borî li ser rêberên Efxanistanê û şehîdkirina wan me pir xemgîn dike û em bi cidî van kiryaran şermezar dikin. mudaxileya biyanî tê hilkoloandin. Divê her kes bizanibe ku dîroka Efganîstanê nîşan daye ku destwerdana biyanî ji bilî têkçûnê, ti encameke xwe tineye.
Wî gelê Efganistanê pir xîretmend û serxwebûnxwaz bi nav kir û got: "Destwerdana derve tê şermezarkirin." Divê Pencşêr bi siyaset, muzakere û navbeynkariyê were çareser kirin. Divê kes rê nede ku ev rê ber bi birakujiyê ve biçe. Divê Talîban sozên xwe bi cih bîne. Raporên ku di derbarê dorpêçkirina Pencşêrê de hene, yên ku di derbarê qutbûna cereyanê, birçîbûna mirovan û hwd de ne, li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Xetîbzade desnîşan kir ku Îran ji bo pêkhatina hikûmeteke giştgir li Efganistanê çi ji dest were dike, da ku derd û gulên gelê vî welatî bi dawî were û em hişyarî didin ku divê kes ji cixîzên sor derbas nebin, Îran guhertinên li Efganistanê ji nêz ve dişopîne. Rêxistinên navneteweyî li kêleka welatên herêmê wezîfedarin aştî û îstiqrar û ewlehiyê li efganistanê damezirînin.
Xetîbzade wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê alîkariya komên Efgan bikin ku li vî welatî aştiyek mayînde pêk bînin." Weke ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî gotiye, reftara hukumeta pêşerojê û komên li ser desthilatê dê şêwaza reftar û nêzîkbûna Îranê û welatên navneteweyî li hember wan eşkere bike. Çiqas berpirsiyar bin, ew ê ji pergala navnetewî, welatên herêmê û Îranê jî bersiveke rast û erênî bibînin..