Sipasiya jidil a Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji Karwanê Para-Olempîka Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328678-sipasiya_jidil_a_rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_ji_karwanê_para_olempîka_Îranê
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî şemiyê bi şev bi peyamekê sipasiya Karwanê Para-Olempîka Îranê di Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2021 05:23 Asia/Tehran
  • Sipasiya jidil a Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji Karwanê Para-Olempîka Îranê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî şemiyê bi şev bi peyamekê sipasiya Karwanê Para-Olempîka Îranê di Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î da kir.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Naveroka peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wiha ye:

"Bi navê Xwedê

Ez ji dil sipasiya karwanê serfiraz ê Para-Olempîkê ku careke din bi mîdalanîna xwe gelê Îranê şa kir, dikim.

Seyid Elî Xamineyî

13ê Şehrîvera 1400î

Karwanê Para-Olempîka Îranê ku bi 62 werzişkaran çûbû Lîstikên Para-Olempîka Tokyo-2020î, roja şemiyê bi giştî bi wergirtina 12 mîdalên zêr, 11 zîvan û bronzekê dawî li karê xwe an.

Aniha Karwanê Îranê di rêza 12an a wergirtina mîdalan da ye.