Îlon 04, 2021 20:35 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 515 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 110 hezar û 64 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro şemê 4 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 20 hezar û 404 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 5 milyon û 103 hezar û 537 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 332 hezar û 892 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku li welêt 29 milyon û 335 hezar û 572 testên tesbîta "Covid-19" hatine kirin.

Vê wezaretê ragihand ku heya niha 19 mîlyon 340 hezar û 385 kesan dozê yekem a vaksîna Coronayê û 9 mîlyon û 502 hezar 679 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li Îranê 28 mîlyon 843 hezar 64 doz e.

Serepeyv