Emîr-Ebdullahiyan ji ber jidinêçûna "Ayetullah ul-Uzma Tebatebayî Hekîm" sersaxî xwest
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328656-emîr_ebdullahiyan_ji_ber_jidinêçûna_ayetullah_ul_uzma_tebatebayî_hekîm_sersaxî_xwest
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wefatkirina "Ayetullah ul-Uzma Seyd Mihemed Seîd Tebatebayî Hekîm"
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2021 05:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan ji ber jidinêçûna

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wefatkirina "Ayetullah ul-Uzma Seyd Mihemed Seîd Tebatebayî Hekîm"

Li gorî ragihandina bingeha agahdariya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan di peyama xwe ya sersaxîxwestinê, wefatkirina merceyê derece bilind, "Ayetullah ul-Uzma Seyd Mihemed Seîd Tebatebayî Hekîm", sedema xemgînî û kesereke mezin û kûr da zanîn û got: Emrê bi xêr û bereket ê wî alim û zanyarê olî yê nerawestyayî û merceyê mucahid di warê berevaniya bingeh û prensîbên olî û mezhebî de, bû sedema belavkirina ramana pak a prensîbên şiyîtiyê û heqxwaziyê û bû sedema rawestana li ber zordarî û dîktatoriya rejîma Bees a Iraqê.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, di peyama xwe de, got ku ew feqîh û zanayê hêja, bi hewildanên xwe yên zanistî û xebatên xwe yên pratîkî, mîrateyek û sermayek hêja ji cîhana îslamî re bi cih hêşt.

Emîr-Ebdullahiyan di peyama xwe de,got: Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî alema Îslamê û Şiyî, Rêberê Mezin ê Iqilaba Îslamî, merceyên mezin û zanyarên olî yên Îslamî, navendên fêrkirina zanistên olî, bi taybetî navenda Pîroz a Necefa Eşref, şagirtên wî seydayê giranqedir û malbata mezin a Hekîm û hikûmet û neteweya Iraqê jî dikim. 

"Ayetullah ul-Uzma Seyd Mihemed Seîd Tebatebayî Hekîm" merceyekî mezin ê şiyî duh Înê li Necefa Eşref ji ber rawestana dil çû ber dilovaniya xwe.