Tebax 31, 2021 22:00 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Em li dû rakirina vîzayê di navbera Îran û Iraqê da ne

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Em li dû rakirina vîzayê di navbera Îran û Iraqê da ne.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên xwe tev Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê di sefera xwe ya Bexdayê da, got: Di van gotûbêjan da biryar hat dayîn ku em mijara rakirina vîzayê di navbera Îran û Iraqê da cih bînin.

Husên Emîr-Ebdullahiyan got: Mijara rakirina vîzayê tenê jibo Erbeyînê nîne û wêdatir ji wê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Îmlana ku gelê Îranê jibo merasima Erbeyînê wekî salên berê bi awayê miliyonî here Iraqê tune.

 

Serepeyv