Emîr-Ebdullahiyan dê biçe Sûriyê
Tebax 29, 2021 12:23 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di menzîla duyem a gerra xwe ya navçeyê, piştî Iraqê dê berê xwe bide Sûriyê.
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê îro (yekşemî) dê biçe Sûriyê da ku digel rayedarên vî welatî bicive.
Emîr-Ebdullahiyan di yekemîn gerra xwe ya bo derve û bi mebesta beşdariya di civîna navçeyî ya piştevaniya ji Iraqê roja Şemiyê çû Bexdayê.