Tebax 28, 2021 19:35 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 614 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 105 hezar û 901 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 28 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 26 hezar û 34 kesên din bi Koronayê ketin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 895 hezar û 448 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 117 hezar û 98 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku li welêt 28 milyon û 556 hezar û 919 testên tesbîta "Covid-19" hatine kirin.

Vê wezaretê ragihand ku heya niha 18 mîlyon 45 hezar û 88 kesan dozê yekem a vaksîna Coronayê û 7 mîlyon û 563 hezar 414 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li Îranê 25 mîlyon 608 hezar 503 doz e.

Serepeyv