Amadetiya Îranê jibo lidarxistina civîna welatên cînarê Efxanistanê li Têhranê
Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê qala amadetiya Têhranê jibo lidarxistina civîna welatên cînarê Efxanistanê kir.
Li gorî rapora ISNAyê, Seyid Resûl Mûsewî, Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê û Rêveberê giştî yê Ayayê li Weareta derve ya Îranê roja Îniyê di twîterê da nivîsî: Hevdîtina roja borî ya wezîrên derve yên Îran û Pakistanê girîng û nexşeriyek jibo pêşeroja pêwendiyên du welatan di hemî warên dualî û navçeyî da ye.
Destyarê Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ragihand: Îran ji însiyatîfa wezîrê derve yê Pakistanê derbarê civîna wezîrên derve yên Efxanistanê pêşwazî dike û amadetiya xwe jibo lidarxistina wê radigihîne.
Şah Mehmûd Qureyşî wezîrê derve yê Pakistanê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi Husên Emîrebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê û rayedarên din ên Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê gihîşte Têhranê.