Emîr-Ebdullahiyan: Welatên cînar û yên Asyayê di nav siyasetên serke yên derveyê Îran de ne
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê yê nû şeva borî tekez kir ku Welatên cînar û yên Asyayê di nav karên wî yên sereke de ne.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê yê nû Husên Emîr-Ebdullahiyan li ser Twitterê diyar kir ku ew şanaz e ku bi bidestxistina dengê baweriyê ji aliyê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, nûnertiya neteweya mezin a Îranê di warê siyaseta derve û peywendiyên navnetewî de dike û di dewamê de nivîsiye ku ew bi biryar e di siyaseta derve de hevsengî, dînamîk û hişmendiyê bişopîne, siyaseta derve ya ku li ser esasê berjiwendî, rûmet û şehrezatiyê hatibe avakirin.
Emîr-Ebdullahiyan di dawiyê de tekez kir ku welatên cînar û yên Asyayê di nav karên wî yên sereke de ne.
Husên Emîr-Ebdullahiyan duh berêvarê ji aliyê endamên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê wek wezîrê karên derve yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê dengê baweriyê stend.