Dora şeşem a pêşbirkên Kupa Deryayê li Bendera Enzeliyê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328478-dora_şeşem_a_pêşbirkên_kupa_deryayê_li_bendera_enzeliyê_dest_pê_kir
Dora şeşem a Pêşbirkên Kupa Deryayê bi beşdariya derdora 400 werzîşkaran ji welatên Îran, Rûsiye, Qezaqistan û Komara Azerbaycanê li Bendera Enzeliyê ya parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2021 04:06 Asia/Tehran
  • Dora şeşem a pêşbirkên Kupa Deryayê li Bendera Enzeliyê dest pê kir

Dora şeşem a Pêşbirkên Kupa Deryayê bi beşdariya derdora 400 werzîşkaran ji welatên Îran, Rûsiye, Qezaqistan û Komara Azerbaycanê li Bendera Enzeliyê ya parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Dora şeşem a Pêşbirkên Kupa Deryayê berêvara Sêşemiyê bi mazûvaniya komgfemiya bakur a Hêza deryayî ya Îranê û bi beşdariya emîr edmîral Hemze Elî Kaviyanî dewsgirê Fermandarê Hêza deryayî ya artêşa Îranê bi awayê fermî dest pê kir û dê heta 4ê Îlonê were domandin.

Ev pêşbirk di beşa seravê da pêkhatî ji guleavêtina seravî û asimanî ye û di du qonaxan da li nav deryayê û peravê tê lidarxistin.

Keştiyên şêrr ên mûşekavêj ên Coşen û Peykanê yên Komarta Îslamî ya Îranê di van pêşbirkan da beşdar in.