Tebax 16, 2021 22:20 Asia/Tehran
  • Jimara miriyên Koronayê li Îranê hîn li jor e: Di 24 saetan de 655 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 655 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 98 hezar û 483 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 16 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 41 hezar û 194 kesên din bi Koronayê ketin ku ji wan 5 hezar [ 44 kes di nexwe]xanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 467 hezar û 15 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 757 hezar û 157 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî, li çaraliyê cîhanê zêdetirî 208 mîlyon kes bi vîrusa koronay; ketine û zêdetirî 4 mîlyon 375 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 mirine.

Serepeyv