Tebax 14, 2021 15:27 Asia/Tehran
  • Jimara miriyên Koronayê li Îranê hîn li jor e: Di 24 saetan de 466 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 466 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 97 hezar û 208 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro şemê 14 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 29 hezar û 700 kesên din bi Koronayê ketin ku 4 hezar û 154 kes di nexweşxanan de hatin razandin 

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 389 hezar û 85 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 700 hezar û 828 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî, vîrûsa korona zêdetirî 207 mîlyon mirov li çaraliyên cîhanê pêxistine û zêdetirî 4 mîlyon û 359 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 mirine.

Serepeyv