Tebax 09, 2021 01:26 Asia/Tehran
  • Jimara miriyên Koronayê li Îranê hîn li jor e: Di 24 saetan de 542 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 542 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 94 hezar û 15 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 8 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 39 hezar û 619 kesên din bi Koronayê ketin. Ji wan 4 hezar û 102 nexweş li nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 158 hezar û 729 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 539 hezar û 35 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, li çaraliyê cîhanê zêdetirî 203 mîlyon kes bi vîrûsa koronayê ketine û zêdetirî 4 milyon û 301 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 mirine.

Serepeyv