Tebax 01, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Merasima Tenfîza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê dê were lidarxistin

Merasima tenfîza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê dê 3 tebaxa 2021ê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Merasima tenfîzza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê roja sêşemiyê 3ê tebaxa 2021ê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û komeke berpirsan dê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (re) were lidarxistin.

Ev merasim dê bi berçavgirtina  destûrkar û şêwenamyên tendurustiyê were lidarxistin.

Di vê bernameyê da, Ebdulreza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê, dê raporekê ji pêvajoya lidarxistina hilbijartina 1400î raber bike û piştî xwendina hukmê tenfîza serokomarê hilbijartî û axaftina Seyid Ibrahîm Reyîsî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê biaxive.

 

Serepeyv