Tîrmeh 27, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Jimara qurbaniyê Koronayê li Îranê dîsa zêde bû: 357 mirî di 24 saetan de

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 357 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 89 hezar û 479 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 27 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 34 hezar û 951 kesên din bi Koronayê ketin. Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 758 hezar û 197 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 291 hezar û 979 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li welêt 25 mîlyon 667 hezar û 604 testên teşxîskirinê yên "Covid-19" hatine kirin.

Li gorî amarên fermî yên welatan derbarê vîrusa korona li seranserê cîhanê de nêzîkî 195 mîlyon kes bi nexweşiya Koronayê kitine û ji ber vîrusa korona li temamê cîhanê 4 milyon û 167 hezar û 758 kesan canên xwe ji dest dane. 

Serepeyv