Tîrmeh 26, 2021 13:20 Asia/Tehran
  • 'Navenda teknolojî û afirandinê ya Resa' hat vekirin

Yekemîn navcenda afirandina pisporî ya pîşeya navokî bi armanca ticarîkirina destkeftên lêkolînî yên zanyarên navokî yên Îranê hat vekirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Yekemîn navenda pisporî ya pîşeya navokî bi armanca ticarîkirina destkeftên lêkolînî yên zanyarên navokî yên Îranê roja Duşemiyê bi amadebûna Elî Ekber Salihî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê û Setarî alîkarê zanistî û teknolojiyê yê Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.

Damezirandina 'Navenda teknolojî û afirandinê ya Resa' pêngava yekem di riya pêkanîna Jînbûma afirandinê di pîşeya navokî û piştevaniya ji pêvajoya berfirehkirina dahênerî û xulaqandinê di vê pîşeyê da ye.

Ev navend dikare bibe sebeba behremendbûna civakê ji sûdên berfirehkirina bikaranînên aştiyane yên teknolojiya navokî di warên bijîşkî, cotkarî, pîşe û babetên din.

 

 

Serepeyv