Peyama Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî bi minasebeta heyama Hecê
Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyamekê da bi boneya heyama Hecê, dewama hesreta dilên muştaq a jibo pişikdarîya di merasima Hecê û tewafkirina mala Xwedê da ceribandineke demkî bi nav kir û bi pêgirîya ser pêwîstîya kêmrengnebûna peyamên Hecê, berxwedana li hemberî zilhêzên zorbêj nemaze Amerîkayê ji wan peyamên bilind da zanîn.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî tevî amajeya ser pirsgirêk û babetên tal ên li cîhana Îslamê, serîhildana komên berxwedêr û hişyar nemaze li Filistîn, Yemen û Iraqê ji rastîyên hêvîçêker li welatên îsalmî bi nav kir û pêgirî kir: Soza rast a îlahî, serketina têkoşeran e û yekem encama vê têkoşînê, girtina pêşîya destwerdan û şerûtîya Amerîkayê û zorbêjên din li welatên îslamî ye.
Peyama rêberê giranqedir ê şoreşa îslamî bi vî awayî ye:
بسماللّهالرّحمنالرّحیم
و الحمد للّه ربّ العالمین و صلّی اللّه علی محمّد و آله الطّاهرین و صحبه المنتجبین و مَن تَبِعهم بِاحسان الی یوم الدّین.
Xwîşk û birayên misilman li seranserî cîhanê!
Îsal jî umeta islamê ji neimeta mezin a hecê bêpar ma û dilên muştaq bi axîn û keserê, mêvandarîya ku li maleke birûmet û bilindqedir ku Xwedayê hekîm û rehîm jibo gel danîye, ji dest dan.
Eva duyemîn sal e ku dema şayî û dilşabûna meinewî ya Hecê, vediguhere dema dûrbûn û hesretê û belaya koronayê û reng e jî belaya sîyasetên serdest li warê pîroz, çavên muştaq ên bawermendan ji dîtina sembola yekitî, mezinatî û meineweîyeta umeta îslamî bêpar dikin û vî qûçê pirrcoş û serfiraz bi ewr û tozê dadipêçe.
Ev ceribandina jî wek ceribandinên din ên demkî yên dîroka umeta îslamî ye ku dikare siberojeke ronî bi xwe ra bîne; ya girîng ew e ku hec bi şikl û çarçêva xwe ya rastî di dil û canê misilmanan da zindî bimîne û nika ku merasima wê bi awayekî demkî nayê lidarxistin, peyama bilind a wê kêmreng nebe.
Hec, ebadeteke pirr-remz û nihênî ye. Pêkhateya bedew a pêngavrakirin û sekinîna di wê merasim û ebadetê da, avakerê nasnama kesê misilman û civaka îslamî û nîşanderê bedewîyên wê ber çavên cîhanê ye.
Ji alîyekî va dilê evdên Xwedê bi zikir, xeşîmbûn û girîyê, derdixe pilleyên bilind ên meinewî û nêzîkî Xwedê teala dike û ji alîyekî va jî, bi tevgera yeksan û hereketên hevdeng, birayên ku ji çar alîyên cîhanê civîyane, bi hev va girêdide û ji hêlekî va jî pillebilindtirîn sembola umeta islamî bi hemî rismên tijîwate û nihênî yên wê radixe ber çavên xelkên cîhanê û vîn û mezinatîya umetê nav çavê xêrnexwazan dide.
Îsal merasima zîyareta mala Xwedê wek berê nayê lidarxsitin lê meriv dikare bala xwe bide ser Xwedayê wê malê, zikir, girî û istigfarê; pişikdarîya di merasima Erefatê da nepêkan e lê rêya dua û dîlekên zanîna mêriv zêde dikin di roja Erefê da vekirî ye; Remîya şeytîn li Minayê nepêkan e lê dûrxistina şeytanên desthilatxwaz û serdestîxwaz li her derî pêkan e; gerra li dora mala Xwedê nepêkan e lê, civîyana dilên misilmanan dora ayetên zelal û ronîker ên Qurana kerîm û xwe bi werîsê bawerîya li Xwedê teala va girtin erka hertimî ye. Em peyrevên islamê ku roja îro ji nifûseke berfire, warên berfire, çavkanî û heyîtîyên xwezayî yên bêsînor û gelên zindî û hişyar sûdmend in, divê bi saya wan pêşerojê pêk bînin û dîyar bikin.
Gelên misilman di 150 salên vê dawîyê da tu rolek di çarenûsa welat û dewletên xwe da tinebûne û bilî çend istisnayan, gişk û tam bi sîyaseta dewletên zorbêj ên rojavayî hatine birêvebirin û ketine ber timakarî, destwerdan û şerûtîyên wan. Paşdemayîna di warê zanistê da û minetdarîya sîyasî ya roja îro ya gellek ji welatan encama wê sistî û nelayiqbûnê ye. Gel, ciwan, zanyar, alimên dînî û rewşenbîrên medenî, sîyasetvan, partî û komeleyên me divê roja îro wê rabhorîya bêyî şanazî û sedema şermê bidin wêda û dewsa wê tijî bikin; divê himberî zorbêjî, destwerdan û şerûtîyên zilhêzên rojavayî li ber xwe bidin.
Gotina Komara Îslamî ya Îranê ku bûye sedema dilgiranî û hêrsbûna welatên zorbêj eva ye ku banga berxwedanê dide; Berxwedana himberî destwerdan û şerûtîya Amerîkayê û zilhêzên din ên zorbêj û xwe-biryardayîna ser pêşeroja cîhana islamê bi palpiştîya fêrkarîyên islamî.
Di esasê da Amerîka û hevrêyên wê himberî peyva ``berxwedanê`` hestyar in û biryara her cure dijminatîya himberî ``bereya berxwedanê`` dane. Hevrêtîya hin dewletên herêmê bi wan re jî rastîyeke tal di çarçova dewama wan şerûtîyana da ye.
Rêya rast a ku merasimên hecê, (seiy û tewaf û erefat û cemerat) û durişm û rismên pirrcoş û yekitîya di vê merasimên hecê da nîşanî me didin, tewekula li Xwedê û berçavgirtina hêza ebedî ya ilahî, pêbawerîya li esas û hevgirtina netewî, pêbawerîya li hewildan û têkoşînê û vîna xurt a pêngavrakirin û hêvîya berfire derheq serketinê ye. Rastîyên li welatên islamî jî vê hêvîyê zêde û xurt dikin.
Ji alîyekî va babet û bûyerên tel ên cîhana islamê, paşdemayînên di warê zanistê da, girêdayîbûnên sîyasî, rewşa aloz a aborî û civakî, erkeke mezin û têkoşîneke bêrawestan dixin ser milê me; Filistîna dagirkirî ji me alîkarîyê dixwaze; Yemena mezlûm û di nava xwînê da mayî dilê mêriv diêşîne; belayên li Efganistanê her kesî dilgiran dikin; bûyerên tal ên li Iraq, Sûrîye, Libnanê û hin welatên din ên misilman ku destê şerûtî û destwerdana Amerîkayê û hevrêyên wê di wan de xûya ye, ciwanan tînin xîret û coşê û ji alîyê din va, rabûna berxwedêran li seranserî vî war û herêma hestyar û hişyarbûna gelan û hatina coşê ya nivşa ciwan û geş, dilan tijî hêvî dikin; Filistînê li hemî navçeyên xwe ``şûrê Qudsê`` ji kêlîn deranîye; Quds û Gezze û Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û erdên di sala 1948î da hatine dagirkirinê û hemî kempên penaber û awareyan gişk radibin û di 12 rojan da pozê dijminê zorbêj li erdê disûn; Yemena dorpêçbûyî û tenêmayî, 7 sal in himberî şer, cinayet û kuştina mezlûman bi destê dijminê şerût û dilreq ber xwe dide û tevî xelay û nebûna xwarek, derman û imkanên jîyanê, himberî zorbêjan teslîm nabe û bi insîyatîv û iqtidara xwe wan şaşopaşo dike; li Iraqê berxwedêr bi zimanekî zelal û aşkira, Amerîkaya dagirker û DAIŞa kirêgirtîya wê paşda dibin û vîna xurt a xwe ya jibo sekinîna himberî her cure destwerdan û şerûtîya Amerîkayê û hevrêyên wê, bê zar û ziman radigihînin.
Propaganda amerîkîyan jibo xalifandina vîn, daxwaz û pêngavrakirina ciwanên egît û bixîret û ``komên berxwedêr`` li Iraq, Sûrîye û Libnanê û welatên din û girêdana wan bi Îranê û yan lêvegerek din va, bêrêzîya li wan ciwanên wêrek, hişyar û encama tênegihîştina durist a amerîkîyan derbarê gelên vê herêmê ye. Hema ev têgiheştina şaş û çewt bû sebeb ku Amerîka li Efganistanê piçûk bibe û piştî wê hatina bi deng û hellahella ya 20 salan berî nika, û piştî bikaranîna çek û bombeyan û şerê himberî gelê bêberevan û sivîl, xwe di nava qobîyê de bibîne û leşkeran û alavên cengê yên xwe jê vekişîne. Helbet divê gelê Efgan derbarê alavên lêzanîn û istixbaratê û çekên şerê nerm ê Amerîkayê li wî welatî baldar û hişyar be û himberî wê bisekine.
Gelên herêmê nîşan dane ku hişyar in û rê û sîyaseta wan ji ya hin dewletên ku jibo razîxweyîkirina Amerîkayê heta daxwaza wê ya derbarê meseleya Filistînê ku rola wê ya jîyanê heye, qebûl dikin, cida ye; dewletên ku bi awayên aşkira û veşartî bi rêjîma zevtker û dagirker a sîyonîst ra dostîyê dikin, di rastîyê da mafê gelê Filistînê li war û welatê dîrokî yê wî inkar dikin. Eva dizîna sermîyana filistînîyan e. Talankirina sermîyanên welatên wan xwe têra wan nake û nika sermîyana gelê Filistînê talan dikin.
Gelî xwûşk û birayan~
Herêma me û bûyerên lezgîn û curbicur ên wê, nîşangeha ders û ibretan e; ji alîyekî va hêz û şîyana bi saya têkoşîn û berxwedana himberî zorbêjê dagirker û ji alîyekî va serşurîya ji ber teslîmbûn û ragihandina lawazbûnê û tamulkirina tiştên zorbêj û dagirker disepîne.
Soza rast a ilahî, serketina têkoşerên di rêya Xwedê da ye:
ِان تَنصُرُوا اللَّهَ یَنصُرکُم وَ یُثَبِّت اَقدامَکُم.
Yekem bandor û encama vê têkoşînê, girtina pêşîya destwerdan û şerûtîyên Amerîkayê û zorbêjên navnetewî li welatên islamî ye, bi hezkirina Xwedê.
Ji Xwedayê mezin serketinê jibo gelên misilman dixwazim û silavan jibo hezretê Beqîyetullah (Imam Mehdî ku rihên me fidayê wî bin) silavan dişînim û ji Xwedê dereceyên herîbilind jibo Imam Xumeynîyê qedirbilind û şehîdên ezîz dixwazim.
والسّلام علی عباد اللّه الصّالحین
سیّدعلی خامنهای
26 تیر 1400
6 ذیالحجّه 1442