Tîrmeh 19, 2021 11:05 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Riya tezmînat û cebirandina bişûndamayîna welatên Îslamî berxwedan e

Di peyama Hacê de, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî berxwedan wekî riya tezmînat û cebirandina bişûndamayîna welatên Îslamî bi nav kir û tekez kir: Tevahiya devera Îslamî meydanek e ji bo serhildana ji bo berxwedanê li dijî şerûdî û xirabiyên Amerîkayê û hevalbendên wê.

Hz. Ayetullah Xamineyî di peyamekê de jibo Misilmanên cîhanê bi minasebeta Hacê, berdewamiya hesreta dilên hezkiriyên beşdariya di Mêvandariya li Beytullah (mala Xwedê) îmtihan û azmûnek derbasbûyî bi nav kir û tekez kir ku pêdivî ye peyamên Hacê kêmreng nebin, berxwedana li dijî hêzên êrişker, nemaze Amerîka parek ji van peyamên hêja da zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî amaje bi pirsgirêk û dijwariyên cîhana Îslamê kir û rabûna hêmanên berxwedan û şiyarbûnê, nemaze li Filistîn, Yemen û Iraqê, ji rastiyên hêvîdarîsaz ên navçeyê bi nav kir û tekez kir: Soza rastîn a Xwedê teala eva ye ku ew dê alîkariya Mucahidîn bike û bandora yekem a vê têkoşînê girtina pêşiya Amerîka û zalimên din e ku destwerdan û xirabiya li welatên Îslamî nekin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê diyar kir: Hemî gotinên Komara Îslamî ya Îranê, ku cîhana îstikbarî nerahet û aciz kiriye, vexwendina berxwedanê ye.

Ayetullah Xaminêyî ragihand: "Milletên herêmê nîşan dan ku ew  agahdar û şiyar in, û rê û nêzîkatiya wan ji hin hukûmetan cuda ye ku ji bo razîbûna Amerîkayê li ber xwesteka wê di warê mesela girîng a Filistînê xwe çemandin û ew xwesta Amerîka qebûl kirin."

Serepeyv