Tîrmeh 10, 2021 00:08 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Sînorên Îranê digel Efganistanê di aramî û ewlehiyê de ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Sînorên Îranê digel Afganistanê di aramî û ewlehiyê de ne.

Li gor IRIB Newsê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di bersiva pirsekê derbarê rewşa ewlehiyê de li ser sînorên Îranê bi Efganistanê re piştî êrişên dawiyê yên koma Talîban got: Sînorê Komara Îslamî ya Îranê bi saya têkoşîna sînorvanên egîd ên îranî di aramî û ewlehiyê de ne û ti bê ewlehî û ne aramiyek li ser sînorê me bi Efganistanê re tine.

Xetîbzade herwiha got: Ji ber pevçûnên ku li gumrikên Îslam Qala û Abû Nesr Ferahî yên li hundurê axa Efganistanê qewimîn, hejmarek karmendên Efgan ketin nav axa Îranê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê li gorî qanûn û rêziknameyan û li gorî peymanên sînor ên bi Efganistanê re û di çarçoveya cîrantiya baş de wê tedbîrên pêwîst bigire.

Serepeyv