Tîrmeh 08, 2021 17:15 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya dawiyê ya gotûbêjên navbera efganistaniyan li Têhranê hat weşandin

Aliyên beşdar di civîna nav-efganî ya aştiyê li Têhranê daxuyaniyek ji 6 bendan dan.

Li gorî rapora Fars Newsê, Aliyên beşdar di civîna nav-efganî ya aştiyê ku rojên  çarşemî û pêncşemiyê li Têhranê hat lidarxistin, daxuyaniyeke 6 bendî dan.

Di şeş mihwerên vê daxuyaniyê da hatiye: Taximên du aliyan sipasiya alîkarî û niyeta baş a Komara Îslamî ya Îranê derbarê dabînkirina aştiyê li Efganistanê û mêvandariyên pêkhatî dike.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Her  du  alî bi têgihêştina hevpar derbarê xeterên dewama şêrr û ziyana ku li selameta welatê Efganistanê dikeve, li hev dikin ku şer rêkara kêşeya Efganistanê nîne û divê hemî hewildan jibo bidestxistina rêkara siyasî û aştiyane bin.

Di dewamê da hatiye:  Gotûbêj di atmosfereka germ û semîmane da pêk hatin û hemî mijar bi aşkiratî û bi hûrgilî hatin hilêxistin.

Daxuyanî her wiha dibêje: Du aliyan civîna Têhranê derfeteke nû jibo xurtkirina rêkara siyasî ya kêşeya Efganistanê dizanin.

Civîna gotûbêjên Nav-efganî bi beşdariya nûnerên dewleta Efganistanê, kesayetiyên bilind ên komartî û taxima bilind a siyasî ya Talibanê  duh anku çarşemiyê  bi mazûvaniya Komara Îslamî ya Îranê û bi axaftina Muhemed Cewad Zerîf li Têhranê dest pê bû.

Zerîf tevî ragihandina  amadetiya Îranê jibo alîkariya bo pêvajoya gotûbêjan navbera bereyên Efganistanê bi mebesta çareserkirina qeyranên vî welatî, li ser soza Komara Îslamî ya Îranê jibo alîkariya bi pêşketina giştalî  ya Efganistanê piştî pêkhatina aştiyê tekez kir.

 

Serepeyv