Hezîran 20, 2021 22:38 Asia/Tehran
  • Zerîf: Li Foruma Dîplomasî ya Antalyayê şiwêrîna bi rayedarên welatên curbiur re bi encam bûn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê şiwêrîna bi rayedarên welatên curbiur re li Foruma Dîplomasî ya Antalyayê bi encam da zanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mehemd Cewad Zerîf îro piştî gotûbêja bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Davûtoglu û wezîrê derve yê Efganistanê  Mehemed Henîf Etmer di hevpeyvîna bi nûçegihanê IRIB Newsê re got: Foruma Dîplomasî ya Antalyayê  ya Tirkiyê derfetek guncan bû ji bo axivtin û hilkolandina mijara Afganistanê.

Zerîf dûv re got: "Di vê civîna sê alî de, biryar hat stendin ku komên xebatê yên sê alî li ser pirsgirêkên transît û ewlehiyê û koçberiya neqanûnî û tiryakê bêne avakirin."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêvajoya hevdîtinên dualî yên bi rayedarên Afganîstan û welatên din re erênî nirxand û got: Biryar hate girtin ku ji bo pêşeroja Efganistanê bi hev re bixebitin û ji bo pergala demokratîk û destûra bingehîn a vî welatî hemû kom werin ba hev.

Zerîf Foruma Dîplomasiya Antalyayê wekî destpêkek baş ji bo berfirehkirina hevkariya welatên Asyayî bi Afrîka û Ewrûpa bi nav kir û hêviya şopandina serkeftina forûmê xwest.

Serepeyv