Rûhanî serokomarê hilbijartî pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327103-rûhanî_serokomarê_hilbijartî_pîroz_kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina serketina hilbijartiyê gel di Dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê da got: Ez hilbijartiyê gel pîroz dikim. Ji ber ku hîn bi fermî nehatiye ragihandin, ez jî li gorî qanûnê hinekî pîrozkirina fermî paşda davêjim. Lê diyar e ku çi kesî têra xwe deng wergirtine û hilbijartiyê gel e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2021 06:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî serokomarê hilbijartî pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina serketina hilbijartiyê gel di Dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê da got: Ez hilbijartiyê gel pîroz dikim. Ji ber ku hîn bi fermî nehatiye ragihandin, ez jî li gorî qanûnê hinekî pîrozkirina fermî paşda davêjim. Lê diyar e ku çi kesî têra xwe deng wergirtine û hilbijartiyê gel e.

Li gorî rapora IRAN Pressê,Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina serketina hilbijartiyê gel di Dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê da got: Ez hilbijartiyê gel pîroz dikim. Ji ber ku hîn bi fermî nehatiye ragihandin, ez jî li gorî qanûnê hinekî pîrozkirina fermî paşda davêjim. Lê diyar e ku çi kesî têra xwe deng wergirtine û hilbijartiyê gel e.

Hesen Rûhanî îro şemiyê di civîna Erkantiya neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da tevî sipasiya ji gel ji ber beşdariya bicoş di hilbijartinê da, got: Ez sipasiya gelê şerîf û têgihîştî dikim ku di vê qonaxa hestyar a dîrokî da guh neda gotinên dijminan û ewên ku têkiliya wan digel Komara Îslamî ya Îranê dijminatî bûye û duh rojeke pirr bi coş afirandin û bi beşdariya xwe ya berfireh û avrûmendane û bi biryara ku Erkantiya Neteweyî ya Koronayê dabû, rewşeke baştir ji hêla destpêkirin û bidawîanîna dengwergirtinê amade kiribû.