Despêkirina qonaxa şeşemîn a danûstandinên Viyanayê yên li ser Rêkeftina Navokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326950-despêkirina_qonaxa_şeşemîn_a_danûstandinên_viyanayê_yên_li_ser_rêkeftina_navokî
Nûnerê Rûsyayê li rêxistinên navneteweyî roja Şemiyê derbarê destpêkirina qonaxa din a gotûbêjên Viyenayê li ser Rêkeftina Navokî agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2021 10:09 Asia/Tehran
  • Despêkirina qonaxa şeşemîn a danûstandinên Viyanayê yên li ser Rêkeftina Navokî

Nûnerê Rûsyayê li rêxistinên navneteweyî roja Şemiyê derbarê destpêkirina qonaxa din a gotûbêjên Viyenayê li ser Rêkeftina Navokî agahî dan.

Li gorî Klûba Rojnamevanên Ciwan, "Mikhail Ulyanov", nûnerê Rûsyayê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyanayê, di twitterê de nivîsî: Niha hatiye diyarkirinku ku şeşemîn civîna fermî û rû bi rû ya Rêkeftina Navokî dê roja Şemî, 12ê Hezîranê li Viyena were lidarxistin.

Malpera karûbarê çalakiya derve ya Yekîtiya Ewropayê roja Înê di daxuyaniyekê de got ku gotûbêjên li ser vejandina peymana nukleerê ya Îranê dê roja Şemiyê li Viyena, paytexta Avusturya ji nû ve dest pê bike.

Heya nuha, di navbera Îran û endamên mayî yên Rêkeftina Navokî de pênc dewre danûstandin li dar ketine ku peymanê vejîne û Amerîkayê vegerîne wê.