Îro; Yekemîn dîbeyta hilbijartina serokomartiya Îranê
Hezîran 05, 2021 08:11 Asia/Tehran
Yekemîn dîbeyta sêzdehemîn dora Hilbijartina serokomartiya Îranê îro Şemiyê saet 17 dê were lidarxistin.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Berendamên dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê di vê dîbeyta 3 saetî da dê derbarê mijarên aborî gotûbêj bikin.
Duyemîn û sêyemîn dîbeyta dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê jî dê Sêşemî û Şemiyê 7 û 12ê Hezîranê bên lidarxistin.
Bernameyên dîbeytê dê bi awayê zindî ji kanala 1ê, Kanala Xeberê û Radyo Îranê werin weşandin.
Dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê dê 18ê Hezîrana 2021ê were lidarxistin.
Serepeyv