Balyozxaneya Îranê Şamê ji ber serketina Bişar Esed peyama pîrozbahiyê da
Balyozxaneya Îranê Şamê serketina Bişar Esed di hilbijartina serokomartiya Sûriyê da pîroz kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Balyozxaneya Îranê Şamê roja Îniyê di twitterê da tevî pîrozkirina bijartina dubare ya Bişar Esed wek serokomarêl Sûriyê nivîsî: Gelê Sûriyê bi beşdariya berfireh di hilbijartina serokoamrtiyê da careka dinn selimand ku qedrê xizmetguzarên vî gelî digire.
Li gorî rapora Fars Newsê, Hemûde Sebax, Serokê Parlimana Sûriyê demek beriya niha ragihand: Bişar Esed bi wergirtina sedî 95.1ê dengan di Hilbijartina Serokomartiyê ya vî welatî da bi ser ketiye.
Li gorî ragihandina serokê Parlimana Sûriyê, ji 14 miliyon û 239 hezar sûriyên ku beşdarî Hilbijartina Serokomartiyê bûne, 13 miliyon û 540 hezar û 360 kesî dengê xwe dane Bişar Esed.
Mehmûd Mer'î û Ebdullah Selûm Ebdullah berendamên din ên Hilbijartina Serokomartiyê jî bi rêzê 470 hezar û 276 (3.3%) û 213 hezar û 968 (deng (1.5%) bi dest xistin.
Serokê Parlimana Sûriyê asta beşdariya gel di Hilbijartina Serokomartiyê da sedî 78 da zanîn.