Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 165 kesên din jî bûn goriyê Koronayê
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 165 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 79 hezar û 384 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Pêncşemê 27 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 994 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 875 hezar û 858 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 430 hezar û 249 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristîçiyê herwiha diyar kir ku li welêt 19 mîlyon 430 hezar û 249 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.