May 26, 2021 22:46 Asia/Tehran
  • Tekeza Îranê li ser rêzgirtina li yekparçetiya axa gişt welatan

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser rêzagirtina li yekparçetiya axa gişt welatan pêgirî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê piştî sefera xwe bo Bakû û Yêrîvanê di twitterê da nivîsî ku wî bi rayedarên van du welatan ra derbarê pêweîndî û kêşeyên navçeyî axiviye.

Zerîf tevî amajeya bi vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê hertim li ser rêzgirtina li yekparçetiya axa hemî welatan tekez kiriye,  ragihand: Em ji amadetiya rêberên du welatan (Komara Azerbaycan û Ermenistanê) jibo bidestxistina lihevkirinên dualî pêşwazî dikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di menzîla duyem a ssefera xwe da, piştî çûyîna bo Bakûyê, derbasî Yêrîvanê bû û digel serokomar û sergêrên serokwezîrtî û Wezareta karên derve ya Ermenistanê ra civiya.

 

Serepeyv