May 25, 2021 23:47 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 208  kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 208 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 79 hezar û 56 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 25 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 873 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 855 hezar û 396 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 362 hezar û 428 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristîçiyê herwiha diyar kir ku li welêt 19 mîlyon 185 hezar û 933 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.

Serepeyv