Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 216 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 216 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 78 hezar û 597 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 23 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 631 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 832 hezar û 518 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 333 hezar û 789 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristîçiyê herwiha diyar kir ku li welêt 18 mîlyon 932 hezar û 896 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.