Serdar Qaanî û Ismaîl Heniye bi riya telefonê derbarê alûgorên Xezeyê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326345-serdar_qaanî_û_ismaîl_heniye_bi_riya_telefonê_derbarê_alûgorên_xezeyê_axivîn
Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi riya telefonê digel Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) derbarê dawîn alûgorên Xezeyê axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2021 20:07 Asia/Tehran
  • Serdar Qaanî û Ismaîl Heniye bi riya telefonê derbarê alûgorên Xezeyê axivîn

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi riya telefonê digel Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) derbarê dawîn alûgorên Xezeyê axivîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, serdar Îsmaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî duh Şemiyê bi riya telefonê digel Îsmaîl Heniye, Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), derbarê dawîn alûgorên Xezeyê axivî.

Serdar Qaanî di vê têkiliya telefonî da, bersiva taybet û serketî ya Berxwedanê li destdirêjiya dijminê siyonîst û berevaniya ji gelê Filistînê pesinand.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha hovîtiya rejîma dagirker a siyonîst şermezar kir.

Ismaîl Heniye jî got: Şerê Qudsê şerê tevahiya zarên gelê Filistînê ye.

Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) her wiha pesna helwêsta Îranê ya piştgiriya ji gelê Filistînê da.

Pevçûna navbera berxwedana Filistînê û Rêjîma Siyonîst piştî moleta berxwedanê bo Til Avîvê jibo pêwîstiya bidawîanîna destdirêjiyên vê rêjîmê li Quds û Mizgefta Eqsayê dest pê bû.

Di halekî da ku Rêjîma Siyonîst li ber çavê cîhanê kuştina gelê Filistînê didomîne, Amerîka û welatên ewropî aliyê vê rêjîmê girtine.