Civîna sêqolî ya Îran, Rûsiye û Çînê li Viyenê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326286-civîna_sêqolî_ya_Îran_rûsiye_û_Çînê_li_viyenê_hat_lidarxistin
Serokên desteyên Rûsiye û Çînê di civîneke digel alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê li Viyenê careke din li ser piştevaniya xwe ji rakirina bibandor a boykotên dijî gelê Îranê teqez kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Civîna sêqolî ya Îran, Rûsiye û Çînê li Viyenê hat lidarxistin

Serokên desteyên Rûsiye û Çînê di civîneke digel alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê li Viyenê careke din li ser piştevaniya xwe ji rakirina bibandor a boykotên dijî gelê Îranê teqez kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di dewama gotûbêjên giştalî li Viyenê, civîneke sêqolî bi amadebûna serokên desteyên Îran, Rûsiye û Çînê roja Çarşemiyê li cihê nûnertiya Îranê li Viyena paytexta Otrîşê hat lidarxistin.

Beşdarên vê civînê helwêstên sê welatan li gotûbêjan vekolandin û derbarê hin mijarên girîng di warê rakirina boykotan û meseleyên navokî şêwirîn.

Sê welatan her wiha daxwaza lezandina pêşketinê di gotûbêjan da kir.