Rûhanî: Siyonîstên ku mirovkuj ku daet avêtina komkujiyê tu têkiliya wan bi ti olanekê re tine
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Siyonîstên mirovkuj ku dest dane komkujiyê ti pêwendiya wan bi ti olekê re tine.
Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro çarşemê di civîna desteya wezîran bal kişand ser cinayetên vê dawiyê yên siyonîstan û qirkirina gelê mezlûm û bê berevan ê Filistîn û Libnanê û got: Siyonîstên mirovkuj ku dest dane komkujiyê ti pêwendiya wan bi ti olekê re tine.
Rûhanî anî ziman ku di warê piştgiriya ji Gelê Mezlûm ê Filistînê em dikarin bibêjin ku Îran tenê maye û bêdengiya cînarên Filistînê û welatên misilman rexne kir û got: Çima welatên misilman û welatên mezin ên cîranê Filistînê, yên wekî Misir, Urdun û welatên din, li hember van tawanan bêdeng in?
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha sersaxî ji hikûmet û gelê Efganistanê xwest ji ber cinayeta li dijî keçikên bêguneh ên vî welatî û bûyera terorîstî li dijî medresa keçikan li Kabulê ku ji ber wê bi dehan keçik bûn qurbanî û birîndar bûn û got: Kesên ku cinayetên wiha dikin ku qet nakevin mêjiyê mirov û mirov nikarare bi hêsanî wanbawer bike, wan bi van cinayetan Îslam bed nav kirine, cinayeta sereke li Efganistanê wan kesan kirine ku di vî welatî de mudaxile kirine.
Rûhanî destnîşan kir ku Îsraîl, Amerîka û welatên rojavayî li herêmê komên wekîltî ava kirine û li welatên herêmê, Afganistan, Libnan, Filistîn, Sûriye, Pakistan, Iraq, Yemen, Bahreyn û Afrîka sûc û kuştinan dikin.