May 10, 2021 15:41 Asia/Tehran
  • Xetîbzade:  Kesên ku destê wan di  terorkirina Şehîd Silêmanî de hebe  dê werin cezakirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Doza şehîd Sulêmanî di teşkîlata dadwerî, forûmên navneteweyî, kanalên heyî de û di diyalogên siyasî, ewlehî û qanûnî de digel Iraqê tê şopandin û gelek ji van raporan ji me re ne veşartî ne û kesên ku destê wan di vê terorê de îsbat bibe dê werin cezakirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di press konferansekê de ya di fezaya sayberî de got: Şeva borî me nameke nerizamendiyê da balyozxana Iraqê ya li Tehranê, hêviya me ev e ku hikûmeta Iraqê erka xwe bi başî cih bîne.

Xetîbzade herwiha derbarê rapora Yahoo News di derbarê terorkirina Şehîd Sulêmanî û destê Rejîma Siyonîst û Herêma Kurdistana Iraqê di nav vê kiryara terorîstî de got: Doza şehîd Sulêmanî di teşkîlata dadwerî, forûmên navneteweyî, kanalên heyî de û di diyalogên siyasî, ewlehî û qanûnî de digel Iraqê tê şopandin û gelek ji van raporan ji me re ne veşartî ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Helwesta me heman e ku berê hatiye gotin, ên ku rasterast an jî nerasterast beşdarî vê terora tirsonek û nemirovane bûne li her welatî ku bibin, bê guman berpirsiyariya wan a tawanbarî û dadwerî heye.

Xetîbzade di dewamê de bal kişand ser gotûbêja Elî Esxer Xacî şêwirmendê derecebilind ê wezareta derve ya Îranê li karûbarên siyasî bi hevyatê wî yê Swêdî di karûbarên Yemenê de û hevpeyvîna telefonî ya wezîrê derve ya Sûriyê bi Zerîf re kir û got: Ji wezîrê derve yê Îranê re hatiye xwestn serdana Sûriyê bike ku wî jî ev daxwaz pejirandiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê gotinên Iraqçî yên li ser îhtîmala dirêjkirina peymanê digel Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî got: Em ji bo danûstandinên Viyana nakevin lezê, lê di vî halî de em nahêlin ev danûstandin bêfeyde werin dirêjkirin, Em naxwazin ku tu dîrokek rê li ber bicihanîna rêwerzên cibicîkirinê yên Tehranê bigire.

Xetîbzade herwiha cardin sersaxî da malbatên qurbaniyên bûyera terorîstî ya êrişa ser xwendingeha Seyd el-Şuheda ya Keçikan li Kabulê û xwe hevderd û hevxemê hikûmet û gelê Efganistanê da zanîn û got: Em difikirin ku dem ew dem e ku em atmosfera biratiyê bikar bînin û li dijî vê ramana tundrew û komên DAIŞî û Tekfîrî bibin yek û bi yekdengî tevbigerin.

Serepeyv