Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê nîşan dide pêketî û miriyên bi vê vîrusê her diçe kêm dibin
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 283 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 74 hezar û 524 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro şemê 8 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 13 hezar û 574 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 640 hezar û 670 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 92 hezar û 381 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha diyar kir ku heya niha nêzîkî 17 milyon pişkinîn û testên Covid-19 li Îranê pêk hatine.
Vê Wezaretê her wiha di raporekê de ragihand ku li welêt heya vê demê milyonek û 286 hezar û 4 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê lêdane û 262 hezar û 611 kesan jî doza duyem a vê vaksînê lêdane û li ser hev milyonek û 548 hezar û 615 doz vaksîn li Îranê hatine lêdan.