May 08, 2021 23:12 Asia/Tehran
  • Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êrişa terorîstî ya li Kabul şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa terorîstî ya li Kabulê, paytexta Efganistanê şermezar kir.

Li gor IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade kiryara terorîstî ya îro li rojavayê Kabulê paytexta Efganistanê li ber xwendegehekê şermezar kir.

Xetîbzade Xemgîniya xwe ji ber kiryara terorîstî ya ku êrişî mirovên sivîl, nemaze xwendekar û xwendevanan kir, diyar kir û sersaxî ji malbatên goriyên bûyerê re xwest û ji birîndarên vê kiryara terorîstî re tenduristiyê hêvî kir. 

Ji ber sê teqînên terorîstî li ber dibistana Seyed el-Şuheda li rojavayê Kabul yên îro derdora 40 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serepeyv