Hebûna berfireh a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê jibo dabînkirina ewlehiya avrêyên azad
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326055-hebûna_berfireh_a_hêza_deryayî_ya_artêşa_Îranê_jibo_dabînkirina_ewlehiya_avrêyên_azad
Alîkarê operasiyonê yê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşa Îranê ewlehiya avên azad bi rûbera 2 miliyon û 70 hezar kîlomitrên çarkunc dabîn dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2021 13:21 Asia/Tehran
  • Hebûna berfireh a Hêza deryayî ya Artêşa Îranê jibo dabînkirina ewlehiya avrêyên azad

Alîkarê operasiyonê yê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşa Îranê ewlehiya avên azad bi rûbera 2 miliyon û 70 hezar kîlomitrên çarkunc dabîn dike.

Li gorî rapora YJC'yê, Emîr deryadarê duyem Xulamreza Tehanî, Alîkarê operasiyonê yê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê di civîna taybet a rêzgirtina Roja Neteweyî ya Kendava Farsê ku îro hat lidarxistin, got: Navçeya Kendava Farsê ji navçeyên û avrêyên herî dewlemend ên cîhanê ye ku di dirêjahiya dîrokê da gelekî cihê balkêşiyê bûye.

Alîkarê operasiyonê yê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Sedî 65 ji zimhêrên madenî yên cîhanê li navçeya Kendava Farsê ye û ev yek hêzxurtên cîhanê jibo hebûna li vê navçeyê weswese dike.

Wî got: Navçeya Kendava Farsê hertim navenda rikeberiya hêzxurtên mezin û dervenavçeyî bûye.

Emîr Tehanî bi gotina vê yekê ku Kendava Farsê beşeka pênaseya Îrana Îslamî ye, got: Roja îro Kendava Farsê navenda rûbirûbûna şaristaniyeta Îrana Îslamî digel şaristaniyeta rojava ye.