Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê, 394 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 394 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê ji despêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 72 hezar û 484 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 2 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 18 hezar û 698 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 2 hezar û 711 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 534 hezar û 855 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 988 hezar û 165 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê ragihand 16 milyon û 101 hezar û 399 testên tesbîtkirina vîrusa Covid-19 li welêt pêk hatine.