May 01, 2021 20:50 Asia/Tehran
  • Zerîf: Hêza serdar Silêmanî piştî şehîdbûna wî zêdetir bû

Wezîrê karên derve yê Îranê di peyamekê da nivîsî: Hêza serdar Silêmanî piştî şehîdbûna wî zêdetir bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di peyamekê da bi gotina vê yekê ku tenê amûra madî nîne ku hêzê diafirîne, got: Hêza Birayê min ê delal, şehîd serdar Qasim Silêmanî piştî şehîdbûna wî zêdetir ji berê bû.

Zerîf li ser Instagrama xwe kurtevîdyoyek ji axaftina Behmena 1398an weşand.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê axaftinê da li merasima vekirina Encumena zanistî ya Dîplomasiya Îranê got: Rastî ev e ku asta hêza we tenê bi pîvanên madî nayê naskirin û pîvanên manewî yên hêzê weke palpiştiya bi gel û berxwedan ji amûrên hêzê ne.

Zerîf her wiha ragihand: Birayê min ê delel, şehîdê sipehbud Silêmanî fermandarê şehîd ê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bêmînak bû; Lê ew piştî şehîdbûna xwe bêmînaktir bû. Ev ji ber vê yekê ye ku tenê amûrên madî nîne ku hêzê diafirîne.

 

Serepeyv