Nîsan 27, 2021 17:20 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ewiliyeta Îranê welatên cînar e

Wezîrê karên derve yê Îranê yekemayeta Îranê welatên cînar da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê di dawiya sefera xwe ya durojî bo Bexdayê û beriya terikandina paytexta Iraqê ber bi Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê va, di twittekê da nivîsî: Min gotûbêjine baş tev Berhem Salih serokomar, Mustefa Kazimî serokwezîr, Muhemed Helbûsî serokparliman, Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê û rêberên siyasî yên sune û şîeyên vî welatî pêk anîn.

Zerîf her wiha nivîsî: Ez careke din teqeziyê dikim ku ewiliyeta Îranê cînarê wê ye û em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwaziyê dikim

 

 

Serepeyv