Hevdîtina Zerîf û kesayetiyên siyasî yên nasyar ên şîe yên Iraqê
Nîsan 27, 2021 10:13 Asia/Tehran
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê digel rêber û kesayetiyên bibandor ên siyasî yên şîe yên Iraqê li Bexdayê civiya.
Li gorî rapora IRNAyê, Di vê civînê da ku Duşemiyê bi şev hat lidarxistin, rêberên komên girîng ên şîeyan li Irqê ji wan seyid Emar Hekîm rêberê tevgera Hikmeta Neteweyî û Şêx Hemûd Hemam Rêberê Meclîsa bilind a Iraqê hebûn.
Di vê hevdîtinê da Nûrî Malikî, Adil Ebdulmehdî û Heyder Ebadî sê serokwezîrên berê yên Iraqê û Henan Fetlawî jî beşdar bûn.
Her wiha Hadî Amirî ji rayedarên berê yên dewleta Iraqê û ji rêberên cîhadî jî tevlî civînê bûbû.